Sereke

Parlamêntvanê Tirkîyayê Êrdogan nava fînansekirina têrorîzmêye li Sûrîyayê gunehkar kirîye

Parlamêntvanê parlamênta Tirkîyayêye ji partîya opozîsîyon Elî Mehîr Başarir serokatîya dewletê nava wê yekêda gunehkar kirîye ku ew piştgirîyê didine têrorîzma li Sûrîyayê.

Wextê hevpeyvîna bi têlêvîzîyonê ewî elam kirîye, wekî serokê Tirkîyayê Receb Tayîb Êrdogan piştgirîya komên têrorîstîye li Sûrîyayê dike, yên ku binelîyên Sûrîyayê dikujin û wana mecbûr dikin ku ji welêt derkevin. Bi gotina wî, heger gavên hukumata Tirkîyayêye vî cûreyî nîbûna, tiştên wî cûreyî wê nebûna.Başarir bang kirîye ku Êrdogan, wezîrê parastinê Hûlûsî Akar û wezîrê karên der Silêman Soylû bona xirabkarîya li ber  cabdarîyê bidine sekinandinê, yên ku dijî tirka û binelîyên Sûrîyayê hatine kirinê. Sîyasetmedar daye dîyarkirinê, wekî nenihêrî wê yekê ku xercên Tirkîyayêye mezin hene, lê hukumata Tirkîyayê ji piştgirîya têrorîsta paşda nasekine.

Zêdetir nîşan bide
Back to top button