Sereke

Pêşezan: Rûsîya niha diha zêde tevî dew-doza Qerebagê dibe, ne ku hetanî 27-ê îlona sala 2O2O-î

Cudatîya tabîya Rûsîyayê ewe, wekî ew diha zêde tevî dew-doza Qerebagê dibe, ne ku hetanî 27-ê îlona sala 2O2O-î. Derheqa wê yekêda xebatkarê înstîtûta Moskvayêye heleqetîyên navnetewî, serokê laboratorîya lêkolînên sîyasî, Nîkolay Sîlayêv gotîye.

Bi gotina pêşezan, piştî 9-ê mijdara sala derbazbûyî Rûsîya ji bijartinê miqûf  ma. “Heger  qezîyak rastî aşîtîparêzên  rûs bê, wî çaxî ewê zyanê bide statûsa Rûsîyayêye sîyasîya der. Bona Rûsîyayê bahê binketina Ermenîstanê nava wê yekêdane, wekî ew niha tevî dew-doza Qerebagê dibe”,-şiroçî gotîye.

Pêşdahatina halê bi qezîya, yê li Qerebagê, wê yekêva girêdaîyîye, wekî bi çiqasîva tifaq wê qewînbe, bi çiqasîva Ermenîstanê qewatbe, çimkî em derheqa şuxulkarîyên wededirêjda dibêjin. “Berê dewakarîyên wî cûreyî bona yekîtîya ermenîya-rûsa nehatibûne raberkirinê”,-Nîkolay Sîlayêv gotîye.

Zêdetir nîşan bide
Back to top button