Sereke

Baylozê tezekifşkirî: Îspanîyayê li Hewlêrê konsûlxana xwe veke

Îspanîya hazir dibe li paytexta Herêma Kurdistanê, Hewlêrê, konsûlxana xweye sereke veke. Derheqa wê yekêda konsûlê Îspanîyayêyî tezekifşkirî Pêdro Martînês Avîyal gotîye Mesrûr  Barzanîyê serokwezîr.

Mesrûr Barzanî dîplomatê îspanî li Hewlêrê qebûl kirîye. Wextê hevdîtinê pêwandîyên dualîye di navbera Herêma Kurdistanê û Îspanîyayêda hatine gotûbêjkirinê, bi taybetî nava goveka kirîn- frotanê û învêstîsîyada. Martînês Avîyal derheqa hazirîya welatê xweda daye dîyarkirinê, ku  Îspanîya hazire tevî Herêma Kurdistanê pêwandîya bide pêşxistinê.

Serokwezîrê kurd Martînês Avîyal pîroz kirîye û bo wî açixî xwestine.

Îspanîya dikeve nava cêrga koalîsîyona navnetewîye dijî DAÎŞ-ê.

Zêdetir nîşan bide
Back to top button