Sereke

Îşxan Saxatêlyan elam kir wekî şerkarîya opozîsîyayêye li ceda wê careke mayîn destpêbe

Cîgirê serokê parlamênta Ermenîstanê, parlamêntvanê ji frakîsya “Ermenîstan”, Îşxan Saxatêlyan elam kirîye wekî opozîsîyayê şerkarîya li ceda careke mayîn destpêke.

“Tenê bi şuxulkarîya parlamêntîyê em nikarin qezîyayên dijî welatê me bidine sekinandinê, bidine lîkvîdasîyakirinê. 26-ê îlonê meşê bê teşkîlkirinê, lê peyî wê yekêra emê cêrge aksîya û teşkîldarîya mîyaserkin”,-Saxatêlyan gotîye rojnamevana.

Parlamêntvan gotîye, wekî ji meha cotmehê da parlamêntvanên fraksîya “Ermenîstan” wê seredanên li qezayên welêt jî destpêkin.

Ji 27-ê îlonê hetanî 9-ê mijdarê gelek tişt hatine plankirinê”,-Saxatêlyan gotîye.

Zêdetir nîşan bide
Back to top button