Sereke

Nava dorana koma Mînskêda gerekê pirseke girîng bê gotûbêjkirinê, pirsa statûsa Qerebagê: Armên Grîgoryan

Cîhê tek-tenê, yê bona helkirina pirsgirêka Qerbagê, koma Mînskêye. Derheqa wê yekêda sêkrêtarê encûmana bêqezîyabûnê, Armên Grîgoryan gotîye rojnamevana.

“Hemû hemsedira jî elam kirine, wekî gerekê hevraxeberdana nava dorana koma Mînskêda careke mayîn destpêkin. Nava dorana koma Mînskê da gerekê pirseke girîng bê gotûbêjkirinê, ew pirsa statûsê ye. Pirsgirêka Qerebagê nehatîye helkirinê û ew hîvîya helkirinê ye. Helkirina wê pirsê em nava doranên koma Mînskêda dibînin û em difikirin, wekî nava wê doranêda emê pirsa statûsê gotûbêj bikin. Elametîyên Adirbêcanê yên femdarî nînin”,-Armên Grîgoryan gotîye.

Zêdetir nîşan bide
Back to top button