Sereke

Ararat Mîrzoyan rastî cîgira sêkrêtarê ŞAY-ye pirsên sîyasî Vîktorîya Nûlandê hatîye / vîdêyo/

Wezîrê Ermenîstanêyî karên der Ararat Mîrzoyan, nava doranên seredana li Nyû Yorkê, rastî cîgira sêkrêtarê  Ştatên Amêrîkayêye Yekbûîye pirsên sîyasî Vîktorya Nûlandê hatîye.

Alîya bi razîbûn derheqa pêşxistin û qewînkirina hevkarîya nava govekên cudada xeberdane. Fikir dora pirsên herêmî hatine pevguhartinê.Bi xeberdana derheqa halê li  Arsaxê, Mîrzoyanê wezîr derheqa tabîya Ştatên Amêrîkayêye Yekbûyîda, ya bona destpêkirina şuxulkarîya helkirina pirsgirêkêye bi rîya edil, daye dîyarkirinê.

Herdu alîya jî cedandinên bona dêêskalasîya li herêmê girîng hesab kirine.Wezîrê karên der careke mayîn girêdayî naskirina komkujîya ermenîra razîbûna xwe elam kirîye û daye dîyarkirinê, wekî ew yek bona naskirna komkujîya ermenî û gunehkarkirina wê gaveke girînge.

Zêdetir nîşan bide
Back to top button