Sereke

Ji dika Organîzey Netewên Yekbûîye bilind serokwezîrê Ermenîstanê derheqa gavên Adirêbcanêye teribandina aşîtîyêda gilî kir

Serokwezîrê Ermenîstanê wextê civîna Organîzeya Netewên Yekbûîye sereke, derheqa teribandina rêjîma agirbestêye ji alîyê Adirbêcanêda û xweykirina çend deh welatîyên Ermenîstanê çawa dîl û zêrandina wanda, usa jî elametîyên agrêsîve dijî cimeta ermenîda daye dîyarkirinê. Paşînyan gotîye, wekî her roj tiştên cûre-cûre diqewimin, meremê kîjana ewe ku rojeva aşîtîyê biteribînin, atmosfêra dijminatîyê bidine kûrkirinê.

Teribandinên rêjîma agirbestê, elametîyên agrêsîv û yên bêhurmetkirnêye dijî Ermenîstanê û cimeta ermenî atmosifêra didine sertkirinê”,-Paşînyan gotîye.

Paşînyan serda zêde kirîye, wekî xêncî xweykirina dîlên ermenî, Adirbêcanê gelek meriv, bi gunehkarkirinên çêkirî ceza kirine û cezayên ji şeşa hetanî 2O salî daye wan.

“Xêncî wê yekê, hene welatî, yên ku ji alîyê Adirbêcanêda nayêne îzbatkirinê ku dîl ketine, lê derheqa wanda şedetî hene.Ev yek tiştê qebûlkirinêye. Payîza sala 2O2O-î blogêrên azêrî vîdêoyên derheqa girtina leşkerên ermenîda belav kirine, lê diha dereng cinyazên wan merivaye kuştî, yan jî serjêkirî hatine dîtinê.Derheqa zêrandina dîlada şedetî hene”,-Paşînyan gotîye.

Zêdetir nîşan bide
Back to top button