Sereke

Wextê axaftina li civîna Organîzeya Netewên Yekbûyî, serokwezîr derheqa hazirîya dîyaloga çêkirinêye tevî welatên herêmê lam kirîye

Ermenîstan  bona dîyaloga çêkirinê hazire, ya ku gerekê qewînbûn û aşîtîya wededirêj bîne herêmê. Derheqa wê yekêda Nîkol Paşînyanê serokwezîr li civîna Organîzeya Netewên Yekbûyî gotîye.

“Bona wê yekê em pêşnîyar dikin, wekî şuxulkarîya paşadaanîna dîlên ermenîye leşkerî lez bê mîyaserkirinê. Usa jî pêwîste ku şuxulkarîya helkirina pirsgirêka Qerebagêye bin bandora koma Mînskêda careke mayîn destpêkin”,-serokwezîr gotîye.

Bi gotina serokê welêt, helkirina pirsêye bi xebitandina qewatê ji alîyê mafê navnetewîda nikare bibe kirina lêgîtîm.

Mafê xweqirarbûna cimeta Arsaxê nikare bi qewatê bê sekinandinê. Pirsgirêka Qerebagê hîvîya helkirina bi heqîye.Elametîyên welatên hemsedirên koma Mînskê hema wê yekê îzbat dikin, yên ku didine dîyarkirinê, wekî şuxulkarîya hevraxeberdana gerekê li ser hîmê prînsîpên pêşdakişandî careke mayîn destpkin. Em têra dibînin wekî dîyaloga bi navçîgarîya hemsedira wê mecalê bidine alîya ku rêyên tomerî bibînin û bersivên pirsa bêne kifşê”,-Paşînyan gotîye.

Pirsa mayîn, bi fikira Paşînyan, pirsa cudakirin û dîyarkirina sînoraye.

“Mixabin, ez gerekê bidim dîyarkirnê, wekî meriv nikare şuxulkarîya cudakirina sînora bîne ber çevê xwe, wextê ku li ser sînorê ermenîya-azêrîya herroj dengên agirkirina tên bihîstinê û provokasîya tên mîyaserkirinê.Usa jî meriv nikare derheqa wê yekêda bifikire wextê ku ji 12-ê gulanêda li ser parên sînorên Ermenîstanê hêzên azêrîya ketine têrîtorîya Ermenîstana serbixwe. Bona derketina ji vî halî me pêşnîyar kirîye, ku hêzên Ermenîstanê û Adirbêcanê paşda vekişin, û li wandera dîtindarên navnetewî bêne cîhwarkirinê û piştî wê yekê xebatên dîyarkirina sînora derbazkin. Em hazirin vê pêşnîyarê her dem mîyaserkin”,-Paşînyan gotîye.

Zêdetir nîşan bide
Back to top button