Sereke

Nava şerê 44 rojeda 3781 meriv bûne cangorî:komîtêya lêpirsînê melûmetî belav kirine

Komîtêya lêpirsînê înformasîya derheqa cangorîyên şerê Arsaxêyî 44 roje, leşkerên bê ser-berate undabûyî û merivên sîvîlda belav  kirîye.

Serwêrtîya komtêya Ermenîstanêye lêpirsînêye leşkerî, dîsa lêpirsîna îşê girêdayî şerê Adirbêcanêye dijî Arsaxêra, berdewam dike.Ev îş girêdayîne halên cûre-cûrera.

Ji komîtêya lêpirsînê ragîhandine, wekî nava doranên lêpirsîna wan îşada zelal bûye, wekî rûyê agrêsîya Adirêcanêye dijî Arsaxê hejmara cangorîyên ji Arsaxê û Ermenîstanê dighîje 3781 merivî.

Hetanî roja îroyîn 231 leşker û 22 merivên sîvîl bê sr-berate unda bûne. Hetanî niha Adirbêcanê 1O8 leşker û şexsên sîvîl paşda  teslîmî Ermenîstanê kirine.

Zêdetir nîşan bide
Back to top button