Sereke

Parlamênta Avropayê wê encamên dew û doza ermenîya-azêrîyaye hûmanîtar gotûbêj bike

27-ê îlonê li Strasbûrgê civîna Şêwira Avropayêye parlamêntîyê destpê bûye. Roja civînêye ewlin raporta derheqa encamên dew û doza Ermenîstanê û Adirbêcanêye hûmanîtarî hatîye gotûbêjkirinê.

Nava projeya raportêda civîna parlamêntê bona encamên hûmanîtarîye tragîk, yên rûyê dew û doza ermenîya-azêrîyada pêşdahatî, yazixîyê elam dike.Hatîye dîyarkirinê, wekî ev dew û doz du cara bi berfirehî qewimîye, cara ewlin ji dawîya sala 1991-ê hetanî sala 1994-a, lê ya duem şerê sala 2O2O-ye şeş hevtîyaye.

Xudanê raportê Pol Gavan înformasîyayên ji Ermenîstanê û Adirbêcanê destanî raber kirine.Hatîye dîyarkirinê, wekî nava wî şerîda 39OO ermenî û 29OO azêrî hatine kuştinê.

Raportkir usa jî raber kirîye, wekî pêşnîyarên bona Ermenîstanê û Adirbêcanê hene, yên ku wê nava wedê kurtda piştgirîyê bidine encamên hûmanîtarî.

Zêdetir nîşan bide
Back to top button