Sereke
Sîyasetmedara îtalîye berê serkarîya dêlêgasîya kampanîyayên avropî kirîye, ya ku çûye Kurdistanê
Sîyastmedara berê û seroka Palata parlamêntvanên Îtalîyayê Îrên Pîvêtî serokatîya dêlêgasîya ji hevt kampanîyayên îtalî û avropîye mayîn kirîye, bona ku herine Kurdistanê bona dînaxwedayîna mecalên bîznêsê.
“Bona min qedirekî mezine ku ez serokatîya vê mîsîyayê bikim, ya ku cara ewlin diçe Herêma Kurdistanê. Em dixwezin xebata xwe li Hewlêrê destpêkin. Nava vê govekêda mecalên bona bîznêsê hene”,- Îrên Pîvêtîyê gotîye.
Govekên hewaskarîya van kampanîya fînans, strûktûra, transport, gaz û neftin.