Sereke
Doxtirên bêyî sînor: krîzeya avêye li Rojavayê gihîştîye hale gelekî xirab
Teşkîleta navnetewîye “Doxtirên bêyî sînor” elam kirîye wekî têrênekirina ava vexwerinêye li bakûr-rojhilatê Sûrîyayê, gihîştîye halekî gelekî xirab û bi wê yekê saxlemîya sê mîlîyon merivî bin qezîyayêdane.
Organîzeyê daye dîyarkirinê, wekî piştî şerê sîvîle dehsale, rûyê çida sîstêma avê û kontrola sanîtarîyê hatîye xirabkirinê, halekî xirab pêşda hatîye. Teşkîletê daye dîyarkirinê, wekî nava wê pirsêda usa jî rola Tirkîyayê heye ku av têrê nake.
“Li qampa nexweşîyên cûre-cûre pêşda tên, yên ku nava avêda belav dibin”,-wekîlê organîzeyê Îbrahîm Mûxlac gotîye.
Hatîye dîyarkirinê, wekî hale li bakûr-rojhilatê Sûrîyayê wê qezîya hûmanîtarî pêşda bîne.