Sereke

Heger bicêribînin beşa Syûnîkê ji Îranê biqetînin, Îranê carekêra tevî pirsêbe: Mîsakyan

Îranzan Garîk Mîsakyan, wextê weşana Spûtnîk Armênîyayê, derheqa wê pirsêda xeberdaye, ku şerê Arsaxêyî 44 roje çawa hukumî ser Îranê kirîye û tabîya Îranê wextê dew  û dozê û piştî şêr çi cûreyî bû.

Bi hesabhildana elametîya û nivîsara, şerê Arsaxêyî berfireh bona Îranê nişkêva bû.Usa jî dawîya şêr bona Îranê tiştekî nişkêva bû. Derheqa wê yekêd Garîk Mîsakyanê îranzan gotîye.

 Bi fikira wî, piştî şêr bona Îranê jî hal giran bûye, ji alîyê sazbûna  beşa pantûrkîzmêda.

Wextê şêr nêytralbûna Îranê û elametîyên balanskirî didane kifşê, wekî ewê hesab dikir ku dew û doz nava zona rûsîdane û Têhranê nedixwest heleqetîyên başe tevî Rûsîyayê xirabkira, lê piştî wê yekê dema ku Tirkîyayê jî li Qafqasîyayê xwe da kifşê nerihetîya Îranê pêşda hat.

Bi fikira îranzan tradîsîyayên dîplomatîya Têhranêye leşkerî didine kifşê, wekî ew welat tu cara qirara bona pêrspêktîva wedekurt qebûl nake, û heger bicêribînin halê sert li ser sînorên wê sazkin, ewê carekêra hukumke. Bi gotina Îranzan, Îranê carekêra tevî pirsêbe, heger bicêribînin Syûnîkê ji Îranê biqetînin.

Zêdetir nîşan bide
Back to top button