Sereke

Stêpanakêrt: em bi sed selefî Bekûyêra qayîlin: li Adirbêcanê Arsax tune û wê tunebe

Arsax nikare nava teşkîla Adirbêcanêda be. Derheqa wê yekêda wezîrê Arsaxêyî karên der Davît Babayan gotîye û elametîya serokê Adirbêcanê şirove kirîye.

“Tabîya Adirbêcanêye hindava ermenîya de nehatîye guhastinê. Adirbêcan xwe çawa dijminê herî rastgo dide kifşê, çimkî ew tu cara meremên xwe venaşêre. Feqet nava hinek qîmetkirinada em Îlham Elîyêvra qayîlin. Mesele, ew yek wekî li Adirbêcanê femdarîya Arsax tune. Em bi temamî wê yekêra qayîlin, çimkî Arsax nikare nava teşkîla Adirbêcanêdabe û wê tu cara navda nîbe. Heger gaveke hevfemkirinêye biçûk jî heye, eve kilîta helkirina pirsgirêkê. Bi rastî, Arsax nikare nava teşkîla Airbêcanêdabe. Derheqa wê yekêda Adirbêcan bi xwe dibêje. Ev yek îdî pêşkeftine”,-Babayan gotîye.

Zêdetir nîşan bide
Back to top button