Sereke

Emê piştgirîyê bidin ku xeberdanên çêkirinêye li Nyû Yorkê destpêbûyî berdewam bibin: Lîn Trêysî

Van roja nava dorana civîna Organîzeya Netewên Yekbûyîda gelek hevdîtinên çêkirinê derbaz bûne. Hemsedirên koma Mînskê rastî wezîrên Ermenîstanê û Adirbêcanêye karên der hatin. Derheqa wê yekêda, wextê hevdîtina tevî rojnamevana, bayloza Ştatên Amêrîkayêye Yekbûîye li Ermenîstanê Lîn Trêysîyê gotîye.

“Bi qîmetkirina me, ew xeberdan yên çêkirinêne û emê binihêrin ku çi cûreyî dikarin piştgirîyê bidin, bona ku xeberdanên çêkirinêye li Nyû Yorkê destpêbûyî berdewam bibin. Helkirina pirsgirêkêye ji alîyê koma Mînskêda ya tek-tenêye, ya ku wê bona herêmê aşîtîyê bide çareserkirinê”,- ewê gotîye.

Derheqa normalkirina heleqetîyên ermenîya-tirkada baylozê gotîye: “Alî gerekê bona wê yekê hazirbin, û nava wê pirsêda Ştatên Yekbûyî hazire piştgirîyê bide wê dîyalogê. Feqet ew yek girînge ku xwestina alîya hebe.Wî alîda hê zelal nîne”,- Lîn Trêysîyê gotîye.

Zêdetir nîşan bide
Back to top button