Sereke

Nava şeş mehên sala îsaline ewlinda 3626 welatîyên bîyanî statûsa mayîna li Ermenîstanê stendine

Nava şeş mehên sala îsaline ewlinda 3626 welatîyên bîyanî statûsa mayîna li Ermenîstanê stendine.Ji wan meriva 993 ji Hindistanêne, 722 ji Rûsîyayêne, 471 ji Îranêne, 15O ji Ûkraînayê, 141 ji Libnanê, 134 ji Gurcistanê û 12O jî ji Îraqêne. Derheqa wê yekêda qulixdarîya Ermenîstanêye mîgrasîyon elam kirîye.

Statûsên mayîna li Ermenîstanê bi hîmên cûre-cûre hatine dayînê. 499 meriv gihîştine malbetên xwe, 1295 meriv bona xwendinê li virin, bona xebatê 491 meriv ew destûr stendine, 68 meriv bona bîznêsê li virin, lê 43 meriv jî bi menîya wê yekê ku ew esilê xweda ermenîne.

Zêdetir nîşan bide
Back to top button