Sereke

Ermenîstan piştgirîya Makronê serok û cimeta Fransîyayê qîmet dike: serokkomarê Ermenîstanê gotîye bayloza Fransîyayêye nû

Bayloza Fransîyayêye tezekifşkirî îtbarnamên xwe teslîmî serokkomarê Ermenîstanê Armên Sargsyan kirîye.

«Ez şame, ku Fransîyayê li welatekî usa raberkim, tevî kîjanî heleqetîyên welatê min yên cudane. Ezê hemû tiştî bikim, ku wan heleqetîyên dualî diha bidime pêşxistinê»,- bayloza Fransîyaêye tezekifşkirî Ann Lûyoyê gotîye Sargsyanê serokkomar û silavên Makronê serok gîhandine  wî.

Serokkormar bayloza tezekifşkirî pîroz kirîye û bo wê açixî xwestine, bi hêvîdarî gotîye, wekî bi cedandnên dualî rojeva dualî wê bi fikir û teşkîldarîyên nûva dewlemend bibe. Serokkomarê Ermenîstnê gotîye, wekî Ermenîstan piştgirîya Êmanûêl Makron û cimeta Fransîyayêye hindava Ermenîstanê bilind qîmet dike. Xeberdan usa jî derheqa govekên hevkarîyêye cuda-cudada çûye.

Zêdetir nîşan bide
Back to top button