Sereke

Partîya Kurdistanêye Dêmokratîk wê li Şengalê kampanîya hilbijartina derbazke

Partîya Kurdistanêye Dêmokratîk, ji sala 2O17-da cara ewlin, wê li Şengalê kampanîya hilbijartina derbazke.

Piştî wê yekê dema ku eskerê Îraqê û rezedilvanên şihîya Kirkûk, Sincar, Xaneqîn û têrîtorîyayên kurdaye mayîn sala 2O17-a hildane bin kontrola xwe, partîya Dêmokratîk ji van nehîya derket çawa nîşana protêstokirinê, û ew yek hesab kir teribandina konstîtûsîya Îraqê.

Wekîlê partîyayê Mecît Sincarî, yê ku kandîdatîya xwe li wir pêşda kişandîye, gotîye wekî hevtîya tê ewê ofîsa partîyayê li Şengalê vekin.

Ewî daye zelalkirinê, wekî piranîya merivên ji Şengalê nehatine rêgîstrasîyakirinê û bo wê yekê jî ew ji dengdayînê der dimînin,  ew gerekê ofîsên xwe vekin.

«Bo wê yekê jî ew yek girînge, ku mihacir jî  roja hilbijartina vegerine Şengalê ku dengê xwe bidin»,- Sincarî gotîye.

Zêdetir nîşan bide
Back to top button