Sereke
Wezîrê Çêxîyayêyî karên der wê bê Ermenîstanê
Îro hevdîtina wezîrên Ermenîstanê û Çêxîyayêye karên der wê derbazbe, peyî kîjanêra elametîya tevayî wê bê raberkirinê. Derheqa wê yekêda ji wezîreta Ermenîstanêye karên der elam kirine û dane dîyarkirinê, wekî wezîrê Çêxîyayêyî karên der Yaqûb Kûlhanêk wê bi seredana xebatêva bê Ermenîstanê. Nava doranên seredanêda, wezîrê Çêxîyayêyî karên wê ji alîyê serokwezîrê Ermenîstanê Nîkol Paşînyan, serokkormarê Ermenîstanê Armên Sargsyan, cîgirê serekwezîr Mihêr Grîgoryanda bê qebûlkrinê.