Sereke
Armên Grîgoryan: hevdîtina Paşînyan û Elîyêv dikare zûtirekê nava dorana koma Mînskêda derbazbe
Ermenîstanê pêşda elam kiribû wekî hazire bi dereca bilind nava dorana koma Mînskêda rastî serokatîya Adirbêcanê bê. Derheqa wê yekêda sêkrêtarê şêwira Ermenîstanêye bêqezîyabûnê Armên Grîgoryan gotîye. «Hevdîtina Paşînyan û Elîyêv dikare zûtirekê nava dorana koma Mînskêda derbazbe»,- Grîgoryan gotîye.
Ewî usa jî daye dîyarkiinê, wekî dew û doza di navbera alîyada hê nehatîye helkirinê, û îzbatîke wê yekê hema ew yeke, wekî hemsedirên koma Mînskê wê zûtirekê bên Qafqasîya Başûr.
Armên Grîgoryan usa jî bîr anîye, wekî Ermenîstan hazire tevî şuxulkarîya dîyarkirina sînora bibe. Feqet, ewî gotîye, wekî bi hesabhildana elametîyên serokê Adirbêcanêye van axirîya, tê bêjî Adirbêcan bona wê yekê hazir nîne.