Sereke

Tirkîya qewatên xweye li Îdlîba Sûrîyayê zêde dike

Tirkîya hêzên xweye li Îdlîbê dide zêdekirinê. Xêncî têknîka zirihkirî, ew usa jî matêrîyalên bona qewînkirina tabîya dibe wir.

Rojekê pêşda hêzên eskerê Sûrîyayê derb gîhandine tabîyên çekdarên «Heyat Tahrîr Aş Şamê» û «Eskerê Sûrîyayêye miletîyê», yên ku piştgirîya  Tirkîyayê  dikin.Wezîrê Sûrîyayêyî karên der Feysar Mîkdad bi elametîyêva pêşda hatîye û daye dîyarkirinê, wekî hazirîya hêzên Tirkîyayê li Sûrîyayêye anegor, mafê navnetewîyî neqanûnîye.Derheqa wê yekêda ewî wextê civîna Organîzeya Netewên Yekbûyî gotîye.Wezîr daye dîyarkirinê, wekî ew esker ji Sûrîyayê  derkevin û tunekirina komên DAÎŞ-ê bighînine dawîyê.

Zêdetir nîşan bide
Back to top button