Sereke

Barzanîyê serokwezîr tevî wekîla Yekîtîya Avropayêye li Kurdistanê rêformên kabînêta neha gotûbêj kirine

Serokwezîrê Herêma Kurdistanê Mesrûr Barzanî tevî wekîla Yekîtîya Avropayêye li herêmê rêformên nû gotûbêj kirine. Barzanîyê serokwezîr Marî Parêt qebûl kirîye, ya ku ji nûva çawa wekîla Yekîtîya Avropayê hatîye kifşkirinê.Wextê hevdîtinê xeberdan usa jî derheqa hilbijartinên 1O-ê cotmehêye li Îraqê, pêwandîyên di navbera Hewlêrê û Begdayêda, pêwandîyên Yêkîtîya Avropayê û Kurdistanê gotûbêj kirine. Grêdayî qulixa nûra, serokwezîrê Kurdistanê Marî Parêt pîroz kirîye. Wekîla Yekîtîya Avropayê hazirî elam kirîye, ku cedandina bona pêşxistina heleqetîyên tevî Herêma Kurdistanê bide berfirehkirinê.

Zêdetir nîşan bide
Back to top button