Sereke

Zarokên kurde mihacir li Serê Kanîyê îdî sala sisyaye ku nikarin herine xwendinê

Bi hezara zarok, yên ku ji bakûr-rojhilatê Sûrîyayê rûyê dagirkirina tirkada cîh û warên xwe hiştine, niha sala sisyaye ku nikarin herine mektebê. Ji sala 2O19-da zarokên ji Serê Kanîyê û Girê Sipî ji cîh û warên xwe derketine.

Enqere hesab dike wekî hêzên kurdaye li Rojavayê bona bêqezîyabûna Tirkîyayê qezîyayê raber dikin û ewê du opêrasîyonên leşkerî dijî Efrînê, sala 2O18-a, û Serê Kanîyê, Girê Sipî mîyaser kir. Êrîşa tirka bi navçîgarîya Ştatên Amêrîkayêye Yekbûyî û Rûsîyayê sekinî. Li qampê mektebê çê dikin, lê ew xebat hêdî-hêdî pêşda diçin. Tê texmînkirinê, wekî ew xebat wê pêşeroja nêzîkda pêşda neyên.

Zêdetir nîşan bide
Back to top button