Sereke

Heger ji alîyê Îranêda pirsa xebitandina qewata leşkerî pêşda bê, wî çaxî ew yek gerekê tevî Ermenîstanê, Rûsîyayê û Organîzeya Peymana Bêqezîyabûna Kolêktîv bê gotûbêjkirinê:îranzan

Îran bi elametîyava pêşda tê û ew elametî bona Tirkîyayê û Adirbêcanê, usa jî Îsrayêlêne.Têhran dibicêribîne bide femkirinê, wekî pirsa sînorên tevî welatên cînar û ya bêqezîyabûnê gelekî girînge. Fikira wî cûreyî îranzan Aharon Vardanyan elam kirîye, wextê ku ewî derheqa halê sertî van rojên dawî xeberdaye.Bi gotina wî,  li Îranê înformasîya hene wekî hazirîya Îsrayêlêye leşkerî li Adirbêcanê heye û ew yek wê xemgîn dike.Wextê hevdîtina tevî wezîrê Ermenîstanêyî karên der, Ararat Mîrzoyan wezîrê Îranêyî karên der gotîye, wekî hazirîya Îsrayêlêye li welatê cînar tiştê qebûlkirinê nîne û  li vir gerekê guhdarîyê bidine ser hazirîya leşkerî.

«Meriv dikare bêje, wekî Îran bi berfireyî paşda vegerîyaye Qafqasîya Başûr. Bi van telîmên leşkerî Têhran dicêribîne derbê bighîne serokatîya Elîyêv, bi wî meremî, wekî li Adirbêcanê serokatî bê guhartinê, û qewateke usa serokatîyê bike, ya ku wê diha nêzîkî Îranêbe»,-ewî gotîye.

Zêdetir nîşan bide
Herwiha kontr’ol bike
Close
Back to top button