Sereke
Bona ku çar parlamêntvana ji îmûnîtêta parlamêntvanîyê miqûf bihêlin, berbirî parlamêntê bûne
Ji alîyê serokê Tirkîyayê Receb Tayîb Êrdoganda berbirîbûna berbi parlamêntê hatîye şandinê, ku çar parlamêntvana ji îmûnîtêta parlamêntîyê miqûf bihêlin. Ew yek ser navê komîsîya ku pirsên konstîtûsîyayê û edaletêva mijûl dibe, hatîye şandinê.
Anegorî wê berbirîbûnê hatîye raberkirinê, ku sê parlamêntvanên ji HDP-ê û parlamêntvanekî ji partîya herêmîye dêmokratîk ji îmûnîtêtê miqûf bihêlin. Nava wanda usa jî parlamêntvanê ji HDP-ê Karo Paylane.