Sereke
Li miclîsa Tirkîyayê hindava zimanê kurdîda firqî tê danînê
Li parlamênta Tirkîyayê îsal sîstêma tercimêye êlêktronî hatîye danînê.Nava wê sîstêmêda zimanên fransî, rûsî, înglîzî û erebî hatine cîhwarkirinê, lê cîh nedane zimanê kurdî.
Serokê fraksîya HDP-ye li parlamêntê Daniş Bêştaş ew yek rexne kirîye û ew çawa dîskrîmînasîya hesab kirîye.
«Hinek wext pêşda me kontrol kir, wekî sîstêma tercimêye bi çar zimana heye, lê ya kurdî tune. Gelo li parlamêntê ereb, rûs, fransiz, yan jî înglîz hene?. Ez bêjim, wekî li vê parlamêntê kurd hene û tercima kurdî gerekê hebe»,-parlamêntvan gotîye.