Sereke
Parêzerê Ermenîstanêyî mafên mêriv li parlamênta Îtalyayê şedetîyên derheqa zêrandinên dîlên ermenîye li Adrbêcanê raber kirine

Parêzerê Ermenîstanêyî mafên mêriv Arman Tatoyan li komîsîya parlamênta Îtalyayê, ya parastina mafên mêriv, şedetîyên derheqa zêrandinên dîlên ermenîye li Adrbêcanê raber kirine, yên ku wextê şerê sala par dîl ketine.
Ewî derheqa lez paşdavegerandina dîlada daye dîyarkirinê û gotîye wekî li wir dewakarîyên navnetewî nayêne hesabhildanê û wan dîla bona bazarkirina pirsên sîyasî xweyî dikin. Arman Tatoyan usa jî derheqa cîhwarbûna azêrîyaye neqanûnîye li ser têrîtoryayên ermenî daye dîyarkirinê û gotîye wekî ew yek bona bêqezyabûna binelîyên gundên ermenîya qezyayê pêşda tine.