SerekeSîyasî

Rojên bona lêpirsîna paşdavegerandina dîlên ermenîye leşkerî û bona xebitandina mecalên leze bo dewakarîya dijî Adirbêcanê, ya li mehkema li Haagayê, îdî eyanin

Ji alîyê Ermenîstanêda cara ewline ku erze li mehkema Orgenîzeya Netewên Yekbûyîye edaletêye navnetewî tê raberkirinê.Derheqa wê yekêda wekîlê Ermenîstanêyî li Mehkema Avropayêye Mafên Mêriv Yêgîşê Kîrakosyan gotîye, yê ku li mehkema Orgenîzeya Netewên Yekbûyî berjewanjîyên Ermenîstanê raber kirine.Ewî daye dîyarkirinê, wekî bi pirsa dewakarîya Ermenîstanê, li wir 14-15-ê cotmehê wê guhdarkirin derbaz bibin û Ermenîstan hîvî dike ku cêrge mecal dijî Adrbêcanê bêne xebitandinê, nava wanda pirsa derheqa paşdavegerandina dîlên ermenîye leşkerî û girtina parka li Bekûyê vekirî.

Bi gotina wî, lêpirsîna wî îşî wê bi sala bikişîne, lê ew hêvîdare ku biryara bona xebitandina gavên dijî Adrbêcanê wê nava mehekê, yan jî meh û nîvekê da, bê qebûlkirinê.

Zêdetir nîşan bide
Back to top button