Sereke
Arxîtêktora arsaxî: meriv nikare tevî Adirbêcanê nava goveka çandêda hevkarîyê bike
Meriv nikare tevî Adirbêcanê nava goveka çandêda hevkarîyê bike. Derheqa wê yekêda, wextê qisa tevî rojnamevana, arxîtêktora arsaxî Manûşak Tîtanyanê gotîye.
“Çawa tevî Tirkîyayê, usa jî tevî Adirbêcanê meriv nikare nava goveka çandêda hevkraîyê bike. Mesela wê yekê hema xirabkirina kevirxaçên li Nexçêvanê ye. Adirbêcan hê tenê cinyazên leşkera teslîm dike, îdî tu tiştî nake”,- ewê gotîye.
Tîtanyanê bîr anîye, wekî li ser topraxên ku Adirbêcanê dagir kirine nêzîkî 2OOO heykelên ermenî mane.