SerekeSîyasî

Bafêl Telebanî: Berhem Salih çawa kandîdatê serokê Îraqê ji Yekîtîya Niştîmanên Kurdistanê

Serokê Yekîtîya Niştîmanên Kurdistanê daye dîyarkirinê, wekî serokê Îraqêyî niha Berhem Salih kandîdatê bona qulixa serokê Îraqêye.

Têlêvîzîyona Rûdawê ragîhandîye, wekî Bafêl Telebanî derheqa wê yekêda piştî hilbijartina, li Silêmanîyê, gotîye: “Yekîtîya Niştîmanên Kurdistên dîsa ew partîya ye, ya ku Mam Celal damezirandîye. Emê Herêma Kurdistanê, bi taybetî Kirkûkê, werguhêzî Kurdistana Mam Celal bikin”.

Çi ku di derbarê kandîdatê ji partîyayê ye, yê bona qulixa serokê Îraqê, ewî gotîye, wekî Berhem Salih, serokê Îraqêyî niha û endamê şêwira  Yekîtîya Niştîmanên Kurdistanê careke mayîn wê qulixêda tê pêşdakişandinê.

Zêdetir nîşan bide
Back to top button