Sereke
Bi gotina nevsê derecebilind, partîya Kurdistanêye Dêmokratîk li parlamênêta Îraqê 32 cîh stendine

Şêwirmendê lîdêrê Partîîya Kurdistanêye Dêmokratîk Mesûd Heydar elam kirîye, wekî partîyayê 32 cîh nava parlamênta Îraqêda stendine.
Mesûd Heydar derheqa wê yekêda gotîye ajansa Shafaq -ê. Ewî serda zêde kirîye, wekî ev hesab girîngin, lê ew hê yê pêşdanin û ew gerekê ji alîyê komîsîya hilbijartinada bêne îzbatkirinê.
“Em hêvîdarin, ku emê gelek cîha li parlamêntê bistînin, lê ev pirs girêdayîye wê yekêra, ku bi fermî bêne îzbatkirinê”,- Mesûd Heydar gotîye.
Partîya Kurdistanêye Dêmokratîk 51 kandîdatên xwe pêşda kişandine. Partîyayê sala 2O18-a 26 cîh stendibûn.