Sereke
Kirkûk: nava encamên êrîşa DAÎŞ-ê da li cîhên hilbijartina xebatkarekî polîsîyayê hatîye kuştinê

Nîşangirên koma têrorîstîye DAÎŞ-ê 1O-ê cotmehê êrîş birine ser cîhê hilbijartinaye li provînsîya Kirkûkê û nava encamên wê yekêda xebatkarekî polîsîyayê hatîye kuştinê û çend xebatkarên mayîn jî birîndar bûne.
Hatîye ragîhandinê, wekî nîşangira cîhê hilbijartinaye li nehîya Kirkûkêye Al Reşadê êrîş kirine. Piştî wê bûyarê hêzên îraqî opêrasîyon derbaz kirine.







