Sereke

Ocalan kilîta aşîtîya li Rojhilata Navîne: Mazlûm Kobanî

Fermandarê hêzên Sûrîya Dêmokratîk Mezlûm Kobanî hesab dike, wekî lîdêrê Partîya Karkirên Kurdistanê Ebdile Ocalan  kilîta helkirina pirsa kurdîye û aşîtîya li Rojhilata Navîne.

Roja salvegera  23-a, ya  derxistina Abdile Ocalane ji Sûrîyayê û girtina wî, Kobanî li malpera xweda nivîsîye, wekî Abdûla Ocalan hîmdarê fikira derheqa jîyîna azade. Ewî daye dîyarkirinê, wekî kilîta helkirina pirsgirêka kurd û gihîştina aşîtîyê destên wîdane. Bi gotina wî, azaberdana Ocalan wê aşîtîyê bîne.

Hîmdarê PKK-ê Ocalan 23-ê sal pêşda , 9-ê cotmeha sala 1998-a, ji Sûrîyayê hate derxistinê û piştî wê yekê hinek welat nexwestin wî qebûlkin, û 15-ê sibata sala 1999-a ew hate girtinê û ew şandine Tirkîyayê. Hetanî roj îroyîn ew li  hebsa li ser ada Îmralîyêye.

Zêdetir nîşan bide
Back to top button