Sereke

KDP:emê tenê tevî wan bikevine nava koalîsîyonê, yên ku mera qayîlin ku bona berjewandîyên Kurdistanê û mafê cimeta wê bixebitin

Komîtêya Partîya Kurdistanêye Dêmokratîk, ya hilbijartina, wextê prêss-konfêranêsê elam kirîye wekî partîya ji encamên hilbijartinên parlamêntyîêye li Îraqê gelekî razîye.

“Nenihêrî wê yekê wekî em girêdayî prosêsa hilbijartinara nerihet bûn, lê em ji encamên hilbijartina razîne û em wana qebûl dikin”,- wextê prêss-konfêransê endamê komîtêya partîyayêye hilbijartina Hoşyar Zîbarî gotîye.

“Cimetê ew ceza kirin, yên ku dijî berjewandyên Herêma Kurdistanê bûn”,-ewî gotîye.

Hoşyar Zîbarî daye dîyarkirinê, wekî partîya Kurdistanêye Dêmokratîk îdî hevraxeberdanên tevî partîyayên Îraqêye sîyasî destpê kirine, bona ku hukumata Îraqêye nû sazkin. Ewî serda zêde kirîye wekî tevî hemû blokên îraqî, hevfemkirina sîyasîye baş heye. “Feqet, emê tevî wana bikevine nava koalîsîyonê, yên ku berjewandîyên  Herêma Kurdistanê û mafê cimeta wêra qayîlin”,-Hoşyar Zîbarî gotîye.

Zêdetir nîşan bide
Back to top button