Sereke
Mesrûr Barzanî kurdên ku li Kirkûkê û Şengalê nava hilbijartinada ser ketine, pîroz kirîye
Serokwezîrê Herêma Kurdistanê Mesrûr Barzanî kurdên ku li Kirkûkê û Şengalê nava hilbijartinada ser ketine, pîroz kirîye û elam kirîye, wekî serkeftina wan şedetîya nasnama Kirkûkêye kurdî da.
“Ez diwezim wekîlên kurdaye li Kirkûkê pîrozkim, kurdên li wir careke mayîn şedetîya nasnama Kirkûkêye kurdî dan”,- Barzanî gotîye.
Serokwezîr, çawa endamekî partîyayêyî derecebilind, serokê partîyayê Mesûd Barzanî û endamên partîyayê pîroz kirîye.
Anegorî hesabên pêşin, Partîya Kurdistanêye Dêmokratîk nava parlamênta Îraqêda 32 cîh stendine.
Barzanîyê serokwezîr usa jî binelîyên Şengalê pîroz kirîye, li kîderê piranîya cimetê êzdîne û bi tevbûna tevî hilbijartina wana piştgirî daye partîya Kurdistanêye Dêmokratîk.