Sereke

Ermenîstan dikare admînîstrasîyayên Bekûyê û Enqerêye dijmin destevala bihêle:Vardan Voskanyan

Li Herêma me halekî usa pêşda hatîye, wextê ku Bekû û Enqere beşeke kapîtala xweye leşkerî datînin ku wa gotî «Sivdera Zangêzûrê» bistînin. Feqet ew dikarin negihîjine wê yekê û bikevine nava hesara gêopolîtîkî. Derheqa wê yekêda îranzan Vardan Voskyan rûpelê xweyî  Facebookêda nivîsîye.

Ewî daye dîyarkirinê: «Li ber çevaye wekî wê yekê ne tenê Îran, lê usa jî Hindistan nerihet kirine û bo wê yekê jî ev herdu welatên mezin wê hemû tiştî bikin, wekî ew rîya ji Îranê berbi behra Reş û  Hindistanê  nava Ermenîstanêra derbazbe, derheqa çida îdî elametîyên fermî hebûne.

Ermenîstan ne tenê dikare tabîyên xweye gêopolîtîkî bide milahîmkirinê, lê usa jî dikare ev herdu admînîstrasîyayên dijmin destevala bihêle. Eve menî, wekî her parçekî qeza Syûnîkê awqasî girînge».

Zêdetir nîşan bide
Back to top button