Sereke

Hêvîdarim wekî pêşeroja nêzîkda wê qayîlnivîsara îmzekirî derheqa sivdera di navbera Îranê û Behra Reşda hebe:Ararat Mîrzoyan

Wezîrê Hindistanêyî karên der Sûbramanyan  Cayşankar  li Ermenîstanê tevî hevalkarê xwe pêşnîyar kirîye ku îskela Îranêye Çabaharê çawa rîya transportêye navnetewîye “Bakûr-başûr” bidine xebatê.Derheqa wê yekêda wezîrê Hindistanê wextê prêss-konfêransa tevî wezîrê Ermenîstanêyî karên der gotîye.

Wezîrê Hindistanê gotîye,  ku kêmasîya tevgirêdanaye raste-rast bona tevgirêdanên cimetên herdu welata û êkonomîkî dijwarî ye, çimkî Hindistan û Ermenîstan endamên sivdera transportêye “Bakûr-başûr”-in.

Ararat Mîrzoyan jî sirîya xweda gotîye,wekî tevî hevalkarê xweyî ji Hindistanê, derheqa sivdera tranportêye bakûr-başûrda xeberdane. “Herdu welat jî bona wê însîyatîvayê hewaskarin. Xeberdan derheqa tevgirêdana rîyaye di navbera Hindistanê û Ermenîstanêda çûye, usa jî pirsa rîya ji Ermenîstanê nava Gurcistanêra berbi Rûsîyayê û Behra Reşra berbi Avropayê. Ev yek beşeke rojeva meye girînge”,- wezîrê Ermenîstanê gotîye. “Ez hêvîdarim, wekî pêşeroja nêzîkda qayîlnivîsara dora wê dokûmêntê wê hebe”,- ewî gotîye.

Zêdetir nîşan bide
Back to top button