Sereke

ŞAY çawa bersiva Êrdogane derheqa gefxewernên li Sûrîyayê bang kirîye ku rêjîma agirbestê xweykin

Waşîngtonê bang kirîye ku li bakûrê Sûrîyayê rêjîma agirbestê xweykin û bi wê yekêva tevayî gotîye ku gerekê êrîşên li ser têrîtorîyayên tirka bidine sekinandinê. Ev banga Ştatên Amêrîkayêye Yekbûyî piştî gotina serokê Tirkîyayê Êrdogan, ya derheqa  «rastkirina gefxwerinên» li Sûrîyayê, hatîye belavkirinê.

«Em êrîşa ser tifaqdara xweye NATO-ê, Tirkîyayê, gunehkar dikin»,- berdevkê dêpartamênta Ştatên Yekbûyîye dewletê Nêd Prayîs gotîye. Ewî daye dîyarkirinê, wekî ewê konsûltasîyayên tevî Enqerê berdewam bikin.

Êrdogan pêşda gotibû, wekî Enqere wê hemû gavên anegor biavêje ku li Sûrîyayê gefxwerina ji ortê bide hildanê.

Zêdetir nîşan bide
Back to top button