Sereke

Em avîtina gavên pêwîste bi navçîgarîya hêzên Rûsîyayêye aşîtîparêz girîng hesab dikin: elametîya wezîreta Ermenîstanêye karên der

Em bi cûrê berk teribandina rêjîma agirbestêye 14-ê cotmehê, ya ji alîyê Adirbêcanêda kirî, gunehkar dikin, rûyê çida şeş qulixçîyên eskerê Arsaxêye parastinê li nêzîkî gundê Arsaxêyî Noraşênê birîndar bûne.Derheqa wê yekêda wezîreta Ermenîstanêye karên der elametî belav kirîye.

Elametîyêda usa jî tê gotinê: “Alîyê Adirbêcanê teribandinên rêjîma agirbestê berdewam dike.Usa jî îro, 15-ê cotmehê, li alîyê Arsaxêyî bakûr-rojhilatê azêrîya avtomaşîna eskerê parastinêye sanîtarîyê dane ber gula.

Em didine dîyarkirinê,wekî ji alîyê Adirbêcanêda, nava hevtêkêda, eva bûyara teribandina rêjîma agirbestêye dueme, nava encamên kîjana da şexsekî sîvîl û leşker zyanê ketine.

Em bîr bînin, wekî 9-ê cotmehê li nêzîkî gundê Arsaxêyî Martakêrtê, wextê xebatên malhebûna gundîtîyê, ji agirkirina nîşangirê azêrî welatîyê  sîvîl Aram Têpnans hatibû kuştinê.Wezîreta karên der elametîya anegor belav kiribû, kîjanêda zelal hatibû dîyarkrinê, ku wê xirabkarîyê lêkolînkin û gunehkara li ber cabdarîyê bidine sekinandinê.

Em mîyaserkirina gavên pêwîste bi naçîgarîya hêzên Rûsîyayêye aşîtîparêz girîng hesab dikin, bi meremê xweykirina rêjîma agirbestê û îzinnedayîna bûyarên wî cûreyî”.

Zêdetir nîşan bide
Back to top button