Sereke

Mîrzoyan û Lavrov fikir dora pirsên navnetewî û herêmîda pevguhartine

Wezîrê Ermenîstanêyî karên der Ararat Mîrzoyan, yê ku bi meremê tevbûna tevî civîna şêwira Hevalbendîya Welatên Serbeste wezîra li Mînskê bû, rastî wezîrê Rûsîyayêyî karên der Sêrgêy Lavrov hatîye.Armênprêssê ragîhandîye, wekî li ser hîmê elametîya wezîreta karên der, wezîrên Ermenîstanê û Rûsîyayêyî karên der pirsên derheqa hevkarîya ermenîya-rûsaye piralî û pêşxistina pêwandîyên tifqdarîyêda gotûbêj kirine.

Hatîye dîyarkirinê,wekî fikir dora pirsên navnetewî û bêqezîyabûna herêmê hatine pevguhartinê.Ararat Mîrzoyan û Sêrgêy Lavrov usa jî pirsên derheqa helkirina dew û doza Qerebagêda gotûbêj kirine.

Zêdetir nîşan bide
Back to top button