Sereke

Paşînyan sazbûna sûkên ênêrgîya êlêktrîkî û gazêye nava doranên Yekîtîya Avrasîyayêye Êkonomîkîda girîng hesab kirîye

Pêwîste şuxulkarîya sazkirina sûka ênêrgêtîkîye tevayî, ya nava Yekîtîya Avrasîyayêye Êkonomîkîda, bidine lezêxistinê. Derheqa wê yekêda serokwezîrê Ermenîstanê Nîkol Paşînyan, wextê civîna şêwira Yekîtîya Avrasîyayêye Êkonomîkî, gotîye.Civîn onlayn derbaz bûye.

Bi gotina Paşînyan, sazbûna sûka ênêrgîya êlêktrîkî, gazê, neftê û qinyatên neftêye tevayî pirsa mîyaserkirina xalên peymanê nîne, lê peyman pêwîste ku potênsîyala întêgrasîya êkonomîkî  bidine xebatê.

Ewî usa jî derheqa pêşkeftina qayîlnivîsara pêşerojêda xeberdaye û gotîye, wekî bona berdewamkirina xebata dora pirsên ku wê bêne gotûbêjkirinê, hazire.

Paşînyan usa jî derheqa rastkirina dijwarîyên kirîn- frotanêda xeberdaye.

Zêdetir nîşan bide
Back to top button