ÇandSereke

Prodyûsêra kurd bona stendina xelata “Rorî Pêka”-ê hatîye pêşdakişandinê

Prodyûsêra kurde fîlmên dokûmêntal Spêda Al Nakar, ya ku çawa Spêda Hazim eyane, bona xelata “Rorî Pêka”-ê hatîye pêşdakişandinê.Ev xelat bona rojnamevana û merivên azade li temamîya dinîyayê sala 1995-a hatîye pêşdakişandinê. Îsal ew xelata eyan wê 16-ê mijdarê li Londonê bê teslîmkirinê.

“Ez ji rêjîsîyor û rojnamevan Corc Hênton bona wî hemû tiştî razîme, çi ku ewî ez hîn kirime”,-Spêdayê gotîye.

“Spêda jineke kurde, ya ku nava çêkirina fîlmada aktîve. Li welatekî usa, çawa ku Îraqe, û li kîderê kûltûra konsêrvatîve, usa jî çawa ku kûltûra kurdîye, li kîderê azadiya jina sînorkirî ye, ew rastî gelek dijwarîya hatîye û şuxulkarîya xweye nava çêkirina fîlmên dokûmêntalda berdewam kirîye”,-rêjîsîyor Corc Hênton gotîye.

Zêdetir nîşan bide
Back to top button