Sereke

222 meriv rûyê nexweşîya koronavîrûsêda nava halê girandanin: halê girêdayî nexweşîya koronavîrûsêva hatîye gotûbêjkirinê

Wextê şêwirdarîya bi serkarîya Nîkol Paşînyanê serekwezîr, halê ji nexweşîya koronavîrûsê pêşdahatî û şuxulkarîya vaksînîzasîyakirinê hatîye gotûbêjkirinê.

Wezîra saxlemîxweykirinê Anahît Avanêsyanê daye dîyarkirinê, wekî nava rojên dawîda li Ermenîstanê 19 36O têst hatine kirinê, nava encamên kîjanada li cem 1863 merivî nexweşîya koronavîrûsê îzbat bûye. Bi gotina wezîrê, têmpên têstkirina welatîya zêde bûne, nava encamên kîjanada jî tê kifşê, wekî nexweşî jî zêde bûye.Ewê gotîye, wekî 22 merkezên doxtirîyê bona qenckirina koronavîrûsê dixebitin. Derheqa nexweşada hatîye dîyarkirinê, wekî 93O meriv nava halê girandanin, 222 meriv nava halê gelekî girandanin, 89 nexweş jî aparatên hewêdayînêva kirine.

Zêdetir nîşan bide
Back to top button