Dengbêjên kurde eyan Şivan Perwar û Zerê li Rûsîyayê, li çîyayên Qafqasîyayê, vîdêyoklîpa bi sernavê “Welatê min” hazir kirine.
Dengbêja kurd Zerê gotîye Kurdistan24-ê: “Ez ji vê qedandinê razîme, kîjanê ez diqedînim, ez tevî dengbêjê navdar Şivan Perwar distirêm. Dengê wî yê zarokatîya min e, ew dengê miletê min e û ez razîme, wekî tevî wî distirêm.Ev stiran derheqa hizkirina berbi welêt û milet e, hizkirina berbi merivaye”.Ewê gotîye, wekî têksta stiranê dengbêja kurd Tara Mamêdovayê nivîsîye.
Vîdêyoklîp li çîyayên Çêrkêsîyayê hatîye kişandinê, û ew dor-ber mînanî yên Kurdistanê ne.