Sereke

Nêçîrvan Barzanî û wekîla Organîzeya Netewên Yekbûyî: hukumata nû gerekê bona hemû îraqîya qulixke

Serokê Herêma Kurdistanê Nêçîrvan Barzanî wekîla Organîzeya Netewên Yekbûyîye li Îraqê Canîn Hênîs Plasçêrt  qebûl kirîye. Wextê hevdîtinê prosêsa hilbijartinên Îraqêye parlamêntîyê, encmên hilbijartina, bûyarên li welête van axirîya û prosêsa sîyasîye pêşerojê hatine gotûbêjkirinê.

Alîya usa jî bi hêvîdarî gotine, wekî encamên hilbijartina wê sazbûna hukumatê mîyaserkin, bi saya çi dikare aşîtî îzbatbe û qewînbûn pêşda bê. Bi wê yekêva tevayî hatîye dîyarkirinê, wekî hemû dewakarîyên girêdayî encamên hilbijartinara gerekê nava doranên prosêdûrayên mehkemada bêne lênihêrandinê.

Serokê Herêma Kurdistanê bona kontrolkirina hilbijartina û rola wêye girîng razalixî elamî Hênîs Plasçêrtê kirîye.

Canîn Hênîs Plasçêrt usa jî ji alîyê Mesrûr Barzanîyê serokwezîrda hatîye qebûlkirinê, li kîderê pirsên girêdayî hilbijartinên van axirîya û rola Organîzeya Netewên Yekbûyîra hatine gotûbêjkirinê.

Zêdetir nîşan bide
Back to top button