Sereke
Hozan Canê li Tirkîyayê cezayê girtina ji sê sala zêdetir stendîye
Dengbêja kurd ya ji bajarê Almanîyayêyî Kyolnê, Hozan Canê li Tirkîyayê cezayê girtina ji sê sala zêdetir stendîye. Ew nava wê yekêda gunehkar kirine, ku ew piştgirîya PKK-ê dike.Çawa şedetî matêrîyalên fêysbûkê û klîpên stirana hatine raberkirinê.Qirara vî cûreyî mehkema Edîrnê qebûl kirîye.Mehkemê nikaribûye şedetîyên başqe bîne ber çeva ku Hozan Canê dikeve nava PKK-ê.
Hozan Canê welatîya Almanîyayêye û ew wextê prosêsa mehkemê hazir nîbûye.
Pêşîya hilbijrtinên serokatîyê û parlamêntîyêye sala 2O18-a, ew ji du sala zêdetir hebsêdabû. Sala 2O18-a mehkemê cezayê girtina şeş sala û sê meha daye wê.Îsal meha tîrmehê ew çûye Almanîyayê.