Sereke

Wextê hevdîtina tevî serokwezîrê Kurdistanê, fermandarê koalîsîyona navnetewî elam kirîye wekî DAÎŞ mînanî berê qezîyayê raber dike

Serokwezîrê Herêma Kurdistanê Mesrûr  Barzanî fermandarê hêzên koalîsîyona navnetewîye li Îraqê û Sûrîyayê, gênêra Con Brênan qebûl kirîye.

Wextê hevdîtinê bûyarên li Îraqê û Sûrîyayêye dawî û pirsên bona hewaskarîya tomerî  hatine gotûbêjkirinê.

Gênêral-mayor Brênan îzbat kirîye, wekî koalîsyîona bi serkarîya Ştatên Amêrîkayêye Yekbûyî piştgirîya  hindava hêzên pêşmergaye nava şerê dijî têrorîzmêda berdewam dike.

Gênêralê amêrîkî usa jî gotîye, wekî DAÎŞ mînanî berê li Îraqê û li Sûrîyayê qezîyayê raber dike.

Hatîye ragîhandinê, wekî Barzanîyê serokwezîr bona piştgirîyê razalixî elamî koalîsîyona navnetewî kirîye û derheqa girîngîya koordînasîya di navbera pêşmerga û eskerê Îraqêda daye dîyarkirinê, bi taybetî li ser wan têrîtorîya, yên ku di navbera Hewlêrê û Bexdayêda bi hevra nehatine qayîlkirinê, li kîderê qezîya têrorîzmê hê maye.

Serokwezîr usa jî gotîye, wekî qewînbûna Îraqê hukumî li ser bêqezîyabûn û qewînbûna temamîya herêmê dike.

Zêdetir nîşan bide
Back to top button