Sereke

Wezîrê Ermenîstanêyî karên der tevbûna Şêwira Avropayêye tevî altkirina krîzeya hûmanîtarîye li Arsaxê, girîng hesab kirîye

Wezîrê Ermenîstanêyî karên der Ararat Mîrzoyan  serokê koma raportkirên komîtêa Şêwira Avropayêye wezîra, dêlêgasîya bi serkarîya wekîlê Swêdêyî li Şêwira Avropayê Martên Êhnbêrg û dêlêgasîya bi serkarîya wî qebûl kirîye.Nava teşkîla dêlêgasîyayêda baylozên Fransîyayê, Rûsîyayê, Swîsêrê,Fînlandîyayê, Êstonîyayê, Andorayê, Îslandîyayêye li Şêwira Avropayê û wekîlên katibtîya Şêwira Avropayê bûne.

Armênprêssê ragîhandîye, wekî Mîrzoyanê wezîr û Êhnbêrgê bayloz bi razîbûn derheqa hevkarîya dualîda xeberdane û elam kirine, wekî hevkarî wê pêşerojêda jî pêşda here. Xeberdan derheqa piştgirîya hindava parastina mafên mêriv û werguhastinên dêmokratîkda çûye.

Ararat Mîrzoyan daye dîyarkirinê,wekî Adirbêcan hetanî roja îroyîn dîlên ermenîye leşkerî û merivên sîvîl aza bernade û ew yek teribandina borcdarîyên nava elametîya sêalîdaye.

Zêdetir nîşan bide
Back to top button