Sereke

Baylozên deh welata gazî wezîreta Tirkîyayêye karên der kirine

Wekîlên deh baylozxanên  li Enqerê bi dewekarîyê pêşda hatibûn ku Osman Kavalû aza berdin, yê ku serê çar salaye ku hebsêdaye. Aktîvîst û mafparêz Osman Kavalû li hebsa rêjîma berkdane.Roja salvegera girtina wî, bayloxanên Ştatên Amêrîkayêye Yekbûyî, Almanîyayê, Danîyayê, Fînlandîyayê, Fransîyayê, Nîdêrlanda, Swêdê, Kanadayê, Norvêcê û Zêlandîya Nû bi elametîyêva pêşda hatine û dew kirine ku Osman Kavalû aza berdin.

Çawa bersiva wê elametîyê, wezîrê Tirkîyayêyî karên  hundur Silêman Soylû ew yek hesab kirîye çawa tevbûna wan welataye tevî  karên  Tirkîyayêye hundur.

Osman Kavalû çar sale hebsêdaye. Sala 2O19-a mehkema Avropayêye mafên mêriv bang kiribû ku wî aza berdin.Şêwira Avropayê jî gaveke wî cûreyî avîtibû, lê hukumata Tirkîyayê wê yekê mîyaser nake û usa jî guh nade banga mehkema Avropayêye derheqa azaberdana Salhedîn Dêmîrtaşda.

Zêdetir nîşan bide
Back to top button