Sereke

Gelek pirs hene, yên ku şuxulkarîyê didine dijwarkirinê: Mihêr Grîgoryan derheqa kişandina sînorada gotîye

Cîgirê serokwezîrê Ermenîstanê Mihêr Grîgoryan derheqa destpêkirina xebatên dîyarkirina sînorên di navbera Ermenîstanê û Adirbêcanêda xeberdaye.

Armênprêssê ragîhandîye,wekî wextê axaftina tevî rojnamevana, berê ewlin gerekê baza hiqûqîye sînorava girêdayî bê lêkolînkirinê, li kîderê gerekê qayîlîya herdu welata hebe.Bi gotina wî, peyî wê yekêra wê bikaribin derheqa xerîtada xeberdin, çimkî xerîte tenê sixêma ye: “Bin xerîtêda gerekê hîmê hiqûqî hebe û li ser wê yekê em niha dixebitin, lêkolîn dikin, berev dikin û piştî lêkolînkirinê mecalê hebe derheqa xerîtada xeberdin ku li ser wana şuxulkarî bê mîyaserkirinê”,- Grîgoryan gotîye.

Bi wê yekêva tevayî, cîgirê serekwezîr daye dîyarkirinê, wekî gelek pirsgirêk hene, yên ku şuxulkarîya didine dijwarkirinê. Bi gotina wî, bona mîyaserkirina wan şuxulkrîya gerekê atmosifêra tomerîye baş hebe.Cîgirê serokwezîr derheqa wê yekêda daye dîyarkirinê, wekî ji meha gulanêda hêzên azêrîya bi neqanûnî ketine têrîtorîya Ermenîstanê û xêncî wê yekê pirsa dîlên ermenîye li Adirbêcanê hê nehatîye helkirinê.

Zêdetir nîşan bide
Back to top button